Güncel

Berxwedana jinan, bendavê jî xirab dike,dorgirtinê jî!

Li hemberî dewleta serdest ku bi hemû saziyên xwe ve hewl dide ku êrîş û zordestiya li ser jinan bibe parçeyeke jiyanê, me di 7’ê hezîranê de bi dirûşmê “ma li ber piştgiriyê jinan bendav dimîne?’ soz dabû û bi piştgiriya jinan û berxwedana wan re me bendavê derbas kiribû.

Piştî ku me bendav derbas kir, AKP ku nimînerê serdesta dewlet e bi bandora derbê, nêvengeke pevçûnî derxistin.

Di vê nêvenga şerî de xwestin ku deng û berxwedanên jinan bibirin. Lê belê bi HDP’ê re li hemberî pozberiya dewleta serdest vê carê jî bi bîra jinê em dibêjin ku, “Berxwedana jinan, bendavê jî xirab dike, dorgirtinê jî”

 

Ber bi 1’ê Sermawezê ve…

-Li hemberî serdestiya mêran ku jinê, ji qada cîkirine dehf dikin û keda wan tune dikin,

-Em li hemberî edeleta dewleta serdest, li hemberî zêdebûna qetlkirina jinan wekî Nevîn Yildirim û Çîlem Doğan wêra jinan li xwe pêçand,

-Em, wekî qadên din, di siyasete de jî, li hemberî astengan, li hemberî nehesibandinê û li hemberî bûyina şanogeha partiyan,

-Em li hemberî cudabûyîna civakan, li hemberî fehma ku dixwazin me cûda bikin, li rojava li ser navê Arîn Mîrkan, Kader Ortakaya, Sibel Bulut, İvana Hoffman hemû jinan, rihê berxwedanê li xwe pêçand,

-Em li hemberî dewleta serdest in ku ew dewlet bi xwestina hepskirina jinan û cûdabûnê jinan, bi qetandina têkoşîna wan û tirsandina wan

şîdeta zayendî bi kar tîne,

Bi cesareta ku me ji Ekîn Wan wergirt,

 

“Em denge xwe nabirin, em natirsin, em fedî nakin!”

Em raya xwe didin HDP’ê.

Demokratên Jinen Nû

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu